Fatih Gazioğlu
19 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2019
BÎNGOL
Li navenda Karliovaya navçeya Bîngolê piştî barîna berfê aşît ket.
Li gor agahiyan, aşît li taxa Kanîtahtê ji Girê Kozê ket xwarê.
Di bûyerê da mirî û birîndarî çênebûn û lê aşît heta nêzî govan hat.
Ji welatiyan Mustafa Ozyldirim got ku ev 40 sal e cara ewil e ku zivistaneke zor û dijwar dibîne û wiha axivî:
"Herî dawî beriya 40 salan berfeke wiha barîbû. Ev 2 hefte ye berf dibare. Îro aşît heta deriyên malên me tê. Şikur tu kesî zirar nedît."