23 Tebax 2017•Rojanekirin: 24 Tebax 2017
DIYARBAKIR
Li Liceya navçeya Diyarbekirê avahiya nû ya pirtûkxaneya 3 sal berê hatibû vekirin feydeyeke mezin da serkeftina xwendekarên li navçeyê.
Li Liceyê bi hevkariya Qaymeqamtî û Wezareta Çand û Tûrîzmê avahiya nû ya Pirtûkxaneya Gel a Liceyê li ser qadeke 650 mêtroqere hat çêkirin û feydeyeke mezin da xwendekaran.
Li pirtûkxaneyê perwerdeya dramayê didin zarokên pêşdibistanê û xwendekar di nav şert û mercên modern da dersê dixebitin û pirtûkan dixwînin.
Bi saya derfetên pirtûkxaneyê xwendekarên navçeyê di ezmûnên TEOG û LYSyê da serkeftinên baş bi dest xistin.
Omer Tekinê midûrê pirtûkxaneyê destnîşan kir avahiya nû ya pirtûkxaneyê zehf bi kêrî xwendekaran hat û serkeftinên mezin bi dest xistin û wiha got: "Dema pirtûkxane vebû hejmara endaman 200 û hejmara pirtûkan jî 2 hezar bû, lê niha hejmara endaman 3 hezar û 296 û hejmara pirtûkên di pirtûkxaneyê da jî ji 10 hezarî derbas bû."
Şehmus Polatê Midûrê Perwerdeya Neteweyî destnîşan kir ku beriya 3 salan xwendekarên li Liceyê Lîseya Fenê qezenc nedikirin û got niha îsal 10 xwendekar di Lîseyên Fenê da bi cî bûn.
Azîze Rojîn Akşahîna (15) xwendekar diyar kir ku bi saya pirtûkxaneyê di nav salekê da 200 pirtûk xwendine.
Veysel Karanî Şahîn (20) jî diyar kir ji ber derfet û îmkanên li pirtûkxaneyê baş xebitiye û got ez di Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê da bi cî bûm.