24 Nîsan 2016•Rojanekirin: 25 Nîsan 2016
MARDÎN
Li Mêrdînê zarok û ciwanan di Mihrîcana Bafirokan de li ser xaniyên dîrokî bafirokên rengîn firandin.
Di mihrîcana ku ji hêla Mûzeya Mêrdînê hat lidarxistin de li 70 cihên cuda ên li Mêrdînê bafirok li asîman firiyan.
Kordînatorê mihrîcanê Savaş Tarî daxuyand ku ew meheke ji bo vê mihrîcanê amadehiyan dikin û 100 xwendekarên zanîngehê jî bafirok çêkirine.
Tarî wiha axivî: "Qasî hezar zarok û ciwan bafirokan difirînin. Bafirok ji bo wan pir biqîmet e û pêlîstokeke kevneşop e. Em li Mêrdînê li xaniyan bafirokan dibînin. Ev der ji bo firandina bafirokan ji cihên herî baş yek e. Ji ber vê me ev mihrîcan li dar xist."
- Navê bafiroka wê "aşitî" ye
Xwendekara zanîngehê Meryem Akdogan jî got ku bi saya bafirokan ew xiyalên xwe li asîman difirîne û wiha axivî: "Navê bafiroka min aşitî ye. Hêvî dikim aşitî li dinyayê pêk bê. Hêvî dikim hemû zarok bafirokên xwe bişînin asîmanan û bextewar bibin."
Umut Aksu jî got ku ew kêfxweş e ku beşdarî vê mihrîcanê bûye û wiha axivî: "Li hember Keleha Mêrdînê firandina bafirokan hestekî pir xweş e."