Halil İbrahim Sincar,Beşir Şavur
25 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2025
Li Dêra Protestan a Mêrdînê ayîna Noelê hat lidarxistin.
Di ayîna ku li îbadetxaneya dîrokî ya li Artukluya navçeya navend bi birêvebiriya keşîşê Dêra Protestan a Mêrdînê Ender Peker û alîkarê wî Îbrahîm Ok va hat lidarxistin da qala jiyana Hz. Îsa kirin.
Di ayîna ku lawjeyên Tirkî û Kurdî hatin gotin da dia hatin kirin.
Piştî ayîna vexwendiyan li baxçeya dêrê cejna hev pîroz kirin.
Peker piştî ayînê daxuyanî da û got ku li bajarê ku lê gelên cuda bi hev ra dijîn Cejna Noelê pîroz kirin.
Peker got ku li bajarê dîrokî cara ewil bi şev cejnê pîroz dikin û da zanîn ku welidîna Hz. Îsa şeva ku 24ê wê bi 25ê wê va girê dide ye lewma bi şev pîrozbahî kirin.
Peker behs kir ku li Mêrdînê gelên cuda bi hev ra di nav aramiyê da dijîn û diyar kir ku ev bihevrabûn dikare ku ji dinyayê ra bibe model.
Peker wiha axivî:
"Mêrdîn ji hemû dinyayê ra mînakeke baş e. Cihekî wisa ye ku gelek nasname, dîn bi hev ra dijîn. em li vir ji hev hez dikin, cejnên hev pîroz dikin. Em xiristiyan in, cejna hevalên xwe yên misilman pîroz dikin, diçin malên wan. Em diçin gundan, cejna wan pîroz dikin. Em însan in û bira ne. Lewra bi wî awayî li hev dinêrin. Em bi wê hezkirin û rihê biratiyê li hev dinêrin."
Peker diyar kir hêvî dikin ku di serî da Rojhilata Navîn ji hemû dinyayê ra aştiyê bîne û got ku "Em ji bo aştî û aramiyê dia dikin. Em her tim di ayînên xwe da jî vê dibêjin. Em di vê cejnê da ji bo vê dia dikin. Em cejna noelê ya hemû xiristiyanan jî pîroz dikin. Hêvî dikin ku bi xweş û hezkirin derbas bibe. Em hêvî dikin ku ji bo welatê me û Rojhilata Navîn û dinyayê aştî, aramî û gumrahiyê bîne."