Halil İbrahim Sincar
21 Mijdar 2024•Rojanekirin: 21 Mijdar 2024
Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê di encama qezayeke trafîkê da 5 kes birîndar bûn.
Li taxa gundewar a Kocalarê ya bi ser navçeyê wesayiteke nîvbazirganî ya bi plaqeya 46 ADM 043 ku nasnameya ajovanê wê hê nayê zanîn ji kontrolê derket û qulibî.
Di qezayê da N.Ç. (38), F.Ç. (45), J.O. (30), A.O. (16) û M.T. (35) birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên Tenduristiya Servîsa Acil a 112ê û îtfaiye sewqî cihê bûyerê kirin.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kiziltepeyê.