22 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2016
MUŞ
Gvîjên ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li ciyên bilind çêdibin û nîşana zivistanê ne li ser tezgeyan tên firotin.
Nurettîn Bozkurtê ku 30 sal e gvîjan difiroşe destnîşan kir ku gvîj li ciyên bilind çêdibin û rengên wan zer û tûtik e û wiha got: "Em gvîjên ku li ciyên bilind ên gundê Derecikê kom dikin, kîloya wê bi 3 lireyî difiroşin."
Bozkurt diyar kir ku gvîj payîzê dertên û wiha got: "Welatî kom dikin û li bajê difiroşin. Bi kîlo û şûşeyan tê firotin û welatî zehf jê hez dikin."
Bozkurt destnîşan kir ku gvîj bi qasî findiqê mezin in û tehma wan tirş e.