İbrahim Atmaca
20 Tebax 2020•Rojanekirin: 22 Tebax 2020
Li Mûşê rêncberên ku heywanên xwe serê biharê derxistin zozanan, bi sermayê ra dadigerin.
Malbatên ku ji gundên Yucetepe û Bahçeyê seba çêrandina heywanên xwe derketin zozanên hênik û bilind ên li herêmê, nêzî 4 mehan heywanên xwe çêrandin.
Piştî ku hewa sar bû, ji zozanan dagera welatiyan dest pê kir û bi heywanên xwe va bi rê ketin.
Mixtarê gundê Yucetepeyê Cafer Baytar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir debara gund li ser heywandariyê ye.
Baytar diyar kir, ji bo ku heywan baş werin xwedîkirin, ew her sal biharê birên xwe derdixin zozanan û wiha dewam kir:
"Em 4 mehan li zozanan man û ji ber ku hewa jî sar bû û ekin jî hat rakirin em dageriyan. Em li vê derê penêr, mast û rûnê nivîşk çêdikin. Em berê xwe difiroşin û pê debara mala xwe dikin. Wexta ku em ji zozanan dadigerin, em hemû erzaqên xwe berhev dikin û bi xwe ra tînin. Em saya dewleta xwe di nav hizûr û ewlehiyê da bi rehetî dertên zozanan. Êdî weke berê tengasî neman."
Şivanê bira pez Hamît Çelîk jî got ku wan dest bi dagerê kir û li paş xwe tiştek nehiştin.