ANKARA
Ji bo ku di xizmetên qamûyê de kar zûtir bimeşin, nasnameyên elektronîk dikevin dewrê. Tê plankirin ku wê heta dawiya sala 2015an, nasnameyên elektronîk bidin 25 milyon kesan.
Li gor agahiya ku nûçegihana AAyê ji Bernameya Sala 2015an berhev kir, di sala nû de saziyên qamûyê wê li ser înternetê jî xizmetê bidin. Xizmeta li ser înternetê wê li gor pêdiviyên welatî û karsazan bê dayîn. Di xizmetdayîna e-Devletê de li gor daxwaz û pêdiviyan, xizmet wê li ser têlefonên destan jî bê dayîn.