IGDIR
Şeker Altûna 74 salî ya ku li Îdirê dijî, cara ewil nasnameya xwe girt. Altûnê piştî ku nasnameya xwe girt gelek kêfxweş bû.
Altûna ku li gundê Goktaşa li ser navçeya Tûzlûcayê dijî, piştî 74 salan nasmaneya xwe girt. Altûnê piştî ku nasnameya xwe girt gelek kêfxweş bû.
Bi daxwaza Qeymeqamtiyê endamên Mudiriyeta Nifusê ya Navçeyê ji bo bibin şahid bi xizmên Altûnê re axivîn. Memûran piştî xebatan ji bo tesbitkirina temenê Altûnê ew birin nexweşxaneyê.
Piştî lêkolînên li nexweşxaneyê, hat tesbitkirin ku temenê Altûnê 74 e, li ser vê yekê ew birin Mudiriyeta Nifusê ya Navçeyê û nasnameya wê danê.
Şeker Altûnê piştî ku nasnameya xwe girt, serî li mehaniya extiyariyê û qerta şîn da.
Şeker Altûna ku piştî 74 salan nasnameya xwe girt, wiha got: "Ez gelekî kêfxweş bûm, Xwêdê ji her kesî razî be."