Cüneyt Çelik
22 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2024
Li Qersê bi hatina sermayê ra hin cihên Gola Çaliyê ku raqima wê 2 hezar û 237 e, qerisî.
Li bajêr hewa sar e û li derdora Gola Çaliyê berf ket. Gol li texma Dirba Hanlarê ye û dikeve navbera navenda bajêr û navçeya Dîgorê.
Ji ber ku li derdora golê cureyên nebatan ên endemîk hene, gol ji sala 2016an pê va wekî "qada avî ya ku ji aliyê neteweyî va girîng e" tê parastin. Ji ber ku germa hewayê ket binê sifirê, hin cihên golê qerisî.
Qismekî rûyê golê cemed girt û derdora wê berf ket. Gol bi droneyê hat kişandin.