Cüneyt Çelik
17 Hezîran 2023•Rojanekirin: 20 Hezîran 2023
Li Dîgora navçeya Qersê ji ber barana zêde û teyrokê avê avêt hin malan.
Li gundê Varliyê êvarê baran û teyrok barî. Ji ber ku ava çemê di nava gund ra derbas dibe rabû, avê avêt nav 7 malan.
Piştî ku gundiyan agahî dan ekîbên Midûriyeta Qersê ya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD), cendirme û îtfaiyeyê hatin gund. Hin gundiyan jî bi satilan ava di malên xwe da vala kirin.
Ekîbên îtfaiyeyê ava di malan da vala kirin.
Ji xeynî malan hin kadîn jî li ber avê man û hin heywanên di koxan da mirar bûn.
Mixtarê Varliyê Kemal Cavlanlarê daxuyanî da rojnamevanan diyar kir ku ji ber lehiyê tiştek bi kesî nehatiye û wiha got, "Baran barî û li gund lehî rabû. Şikir tiştek bi kesî nehatiye. Tengasiya me ew e ku çem bê îslahkirin. Zikê çêm bi parçeyên daran tijî bûye û divê bê paqijkirin. Avê avêtiye 5-6 malan. Hin mal jî kerme û kaya wan zirar dîtiye û li hin malan mirîşk û qazê wan mirar bûne. Ji ber ku şev bû me xwe negihand hin malan."