Hüseyin Demirci
10 Îlon 2022•Rojanekirin: 13 Îlon 2022
Li Sariqamîşa navçeya Qersê li Bendava Karakurtê bereketa masiyan heye.

Bendava Karakurtê ku 28 kîlomêtro dûrî Sariqamîşê ye li ser Ava Erez hatiye avakirin. Piştî ku bendav temam bû û di 8ê Sibata 2020î da êdî av tê da kom bû gundê Karakurtê bi temamî di binê avê da ma.
Li bendavê masiyên curbecur hene û piştî qedexeya girtina masiyan rabû masîgiran torên xwe avêtin bendavê.

Kurşad Gultekinê masîgir daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku îsal masî zêde ne.
Gultekin destnîşan kir hejmara masiyên di gola bendavê da zêde dibin û got ku 5-6 cure masî hene û îsal bereketa masiyan heye.