Önder Beyter
29 Hezîran 2020•Rojanekirin: 30 Hezîran 2020
Hat ragihandin tê texmînkirin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahî dê di asta demsalê da be.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa perçe û kêm ewrayî be.
Li herêmê germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji milê bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Qersê 5, li Erdexanê 6, li Agiriyê 10, li Erzirom û Erzinganê 12 û li Îdirê jî 16 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdir û Erzinanê 33, li Agiriyê 28, li Erziromê 26, li Qersê 25 û li Erdexanê jî 24 pile be.