08 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
BATMAN
Zeynep Dogantaya 46 salî li Batmanê di 14 saliya wê da perwerdeya wê nîvco hîştine û dane mêr, li ser zextan ji mêrê xwe qetiyaye û bi serkeftinên xwe va bûye sembola jinan.
Dogantayê di 16 saliya xwe da zaroka xwe ya nixurî daye milê xwe.
Dogantay 13 sal berê ji gund koç kiriye û li navenda Batmanê bi cih bûye. Ji bo ku piştgiriyê bide jinên wek xwe, bi saziyên civata sivîl ra gund gund geriya û beşdarî xebatên ku mafên zagonî yên jinan ji wan ra dibêjin bû.
Ji ber ku malxezûrana wê ji xebatên wê aciz bûn û zext dan ser, Dogantayê 5 sal berê xwe da berdan û mesrefa 6 zarokên xwe da ser xwe.
- Çar komele ava kir
Dogantayê pêşiyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Jinên Başûrê Rojhilat, paşê Komeleya Êtîman a Alîkarî Tevkariyê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Batman Bîlîmkent ARGEyê ava kir.
Dogantay di civînekî de bi tesadufî rastî "gojj bery" hat û xwest ku çandiniya vê nebatê bike.
Dogantay serî li Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê da bi piştgiriya wezaretê li gundê Yazihana girêdayî navçeya Beşîrî eraziyekî 50 donimî kirê kir û 30 jin jî wek xebatkar hilda kar ku ew di zeviyê de bixebitin.
Gojj berry li Tîbetê digihêje, nebateke emrê mirovan dirêj dike û qewetê dide. Ji ber vê wek "meyweya kêfxweşiyê" jî tê binavkirin.
Dogantayê piştî ku çandiniya vê nebatê kir Fransa di serî de îxracî gelek welatên Ewropayê kir.
Dogantay niha dixwaze li nêzîkî bendava Batmanê tesîseke masiyan ava bike û jinan bide xebatê. Ji bo vê jî serî li Saziya Piştgiya Pêşvaçûna Çolter û Çandiniyê da û bendê ye ku projeya wê bê qebûlkirin.
Dogantaya ku xwediyê 6 zarok û 4 neviyan e, ji ber ku 32 sal berê dev ji perwerdeya xwe berdaye niha ji derva lîseyê dixwîne û dixwaze di beşa civaknasiyê de perwerdeyê bibîne.