Nihat Kavşut
14 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2018
ŞANLIURFA
Heywandarên li Şanliurfayê ji ber ku zêde baran tuneye ji bona hişkayiyê bifikar in.
Li Şanliurfaya ku piraniya welatiyan debara xwe bi çandinî û heywandariyê dikin ji ber ku zêde baran tuneye zeviyên çandiniyê û çêre zirareke mezin dibînin.
Heywandar bifikar in ku ji ber hişkayiyê bihayê yêm zêde bibe û hêvî dikin ku baran bibare.
Mahsun Agayê li taxa Golgenê ya navçeya Karakopriyê heywandariyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji ber ku îsal baran tuneye çêre şîn nabin.
Aga diyar kir heger di biharê da jî baran nebare wê îsal hişkayî çêbe û wiha got: "Heywanên me diçêrin, lê îsal baran zêde tuneye û çêre çênebûn. Wexta çêre tunebe em jî yêm didin heywanan, lê em her dem nikarin. Niha jî bihayê ceh û genim zêde ye. Hişkayî çêbe wê çi bibe nizanim. Dia dikim ku baran bibare."
Omer Aslan jî diyar kir ji ber tunebûna çêreyê heywan têr naxwazin û şîrê wan jî Kêm dibe.
Aslan destnîşan kir li benda baranê ne û got heger baran nebare em ê tengasiyeke mezin bibînin.
Prof. Dr. Mehmet Alî Çulluyê Hîndekarê Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Heranê destnîşan kir hişkayî wê zirareke mezin bide cotkar û heywandaran û got heger di rojên pêş da baran bibare wê çêre şîn bibin.