Müslüm Etgü
23 Tebax 2025•Rojanekirin: 26 Tebax 2025
Li Şanliurfayê termomêtreyan 55 pile nîşan da.
Kelekela havînê li bajêr tengasiyê dide kişandin.
Welatî ji bo ku xwe ji germê biparêzin, berê xwe dan baxçeyan û xwe avêtin ber siya daran.
Hin welatiyan ser kaniyan rûyê xwe şûşt û av vexwar.
Ji ber germê kuçe û kolanên sereke yên bajêr xalî bûn.
Ji welatiyan Halîl Gamsiz diyar kir ku hewa pir germ e û ew xwe davêjin binê siyan.