21 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
ELAZIG
Pira Kebanê ya li Kebana navçeya Elazixê bû pêgeha masîgiran.
Pira Kebanê di navbera Elezîz û Erzincanê da ye. Ji ber ku li ser pirê masîgir safî nabin, pire dişibe Pira Xalatayê ya li Stenbolê. Pir di bin dîwarê Bendava Kebanê û Santrala Hîdroelektrîkê û dîmeneke xweş li ser pirê heye. Çem ji aliyê cureyên masiyan va dewlemend e û millet jî tê vê derê û bi olteyan masiyan digrin. Masîgir li vê derê hem masiyan digrin hem dîmenê temaşe dikin û bêhna xwe derdixin.
Dawiya hefteyê millet dema ku li ser pirê dicive, Pira Xalatayê tîne bîra merivan. Masîgir jî masiyên wek masiyên avê, sazan, turnaya xwemalî, şabutê digrin.
Osman Îlhamiyê ku masiyan digre daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî salê dûr dirêj li ser Çemê Feratê wek hobî masî girtine, lê ev çend sal in ew tê ser Pira Kebanê.
Îlhamî got ji ber ku di ava sar a binê Bendava Kebanê û Santrala Hîdroelektirîkê da mezin dibin tehma masiyan zehf zêde ye, mesîgirên ku tên li ser pireyê rêz dibin û masiyan digrin jî dibin seema terciya vê derê.
Îlhamî destnîşan ku ji bo masîgirtinê çavên wan li benda dawiya hefteyê dimînin û got, "Em bi tenê ji bo girtina masiyan û xwarina wan vê derê tercîh nakin, ji bo şahiyê jî em tên vê derê. Çaya xwe vedixwin, seyrana xwe dikin. Çaxa ku masiyên xwe jî digrin kêfa me xweş dibe."
- "Qasî Pira Xalatayê kêfê dide"
Îlhamî got ku berê firsend dîtibû û li ser Pira Xalatayê masî girtibû, lê belê dîmenên ku di van 2-3 salên dawîn da li Pira Kebanê derdikevin hilê jî qasî kêfa li Pira Xalatatê merivan kêfxweş dike.
Îlhamî diyar kir ku di nav gel ji vê derê ra dibêjin "Xalataya Rojhilatê" û wiha pê da çû:
"Çawa ku li Stenblê Pira Xalatayê heye, li Elezîz me jî Pira Kebanê heye. Bi taybetî jî beriya nîvro mîna Pira Xalatayê pir qelebalix dibe. Hin rojan di heman demê da qedera 300 masîgirên olteavêj li ser pirê kom dibin. Carinan pir têra me nake, em cih nabînin ku olteya xwe bavêjin. Hemû derên Elezîza me bedew e, em însanên xwe dawet dikin ku bên vir. Bira kerem bikin bên vir û masiyan bibînin."