Abidin Yel
16 Gulan 2023•Rojanekirin: 16 Gulan 2023
Li Cizîra navçeya Şirnexê TIRa di rê da diçû agir pê ket û bi temamî şewitî.
TIRa plaqe 27 L 3866 a nasnameya ajokarê wê hê nehatiye tesbîtkirin, bi şev li ser rêbejaya Cizîr-Sîlopiyê li tanga gundê Yakacikê ji ber sedemeke nediyar agir pê ket.
Ajokarê dûman ferq kir, wesayît li kêleka rê rawestand û agahî da. Li ser agahiyê, ekîbên îtfaiyeyê bo cihê bûyerê hatin sewqkirin.
Agir bi midaxeleya ekîban hat temirandin, lê TIR bi temamî şewitî.