Halil İbrahim Sincar
16 Gulan 2023•Rojanekirin: 16 Gulan 2023
Li Mêrdînê kesekî ku dema dimeşiya ket qada latan û bi birîndarî tê de asê mabû hat rizgarkirin.
Li taxa Kayacana girdayî Artukluya navçeya Mêrdînê Hidir P (28) yê ku li Girê Şêx Şaranê derketibû meşê şemitî û di zinarê de asê ma.
Hidir P bi telefonê ji rayedaran alîkarî xwest û ekîbên AFAD, Tenduristiya Acil a 112ê û ekîba lêgerîn û rizgarkirna îtfaiyeyê ji cihê bûyerê re hatin sewqkirin.
Ekîn hilkişiyan cihê ku kesê navborî lê asê mabû û tesbîtkirin ku çeng û lingên wî şikiyane.
Ekîban birîndar rizgarkirin û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.