Hasan Hüseyin Kul
31 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2026
Navenda Kordînasyonê ya Afatê (AKOM) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hişyarî da ku li bajêr serê salê şilope wê bibare û cemed çêbe.
Li gor daxuyaniya ku ji AKOMê hat dayîn, bajarê terikî ket binê tesîra hewaya sar a ku ji hêla Îzlandayê va hat û germa hewayê wê bikeve binê sifirê.
Li gor texmînê germa hewayê wê danê êvarê pê va heta pileyekê kêm bibe, bi navber şilope û berf wê bibare.
AKOMê texmîna hewayê ragihand û ji bo cemed û qeşayê hişyarî da welatiyan da ku baldar bin.