Ferizat Kaya
16 Gulan 2017•Rojanekirin: 18 Gulan 2017
KUTAHYA
Li Kutahyayê xwediyê loqenteya nêzî mizgefta mezin xwarinê li welatiyên feqîr yên derdorê belav dike û kevneşopiya malbata xwe didomîne.
Welatiyên feqîr ku di hin saetan da tên loqenteyê xwarinê dixwin bi xwediyê kargehê Fatîh Bîlgî re bûne dost.
Fatîh Bîlgî ragihand ku bavê wî di sala 1970an de ev kargeh vekiriye û ew jî dema zarok bû piştî dibistanê dihat ba bavê xwe dixebitî.
Bîlgî got ku nêzî 2 sal berê bavê wî rehmet kir û piştî bavê xwe wî dest avêt vî karî. Bîlgî wiha dewam kir: " Bavê min xwarin dida kesên feqîr û dîn. Ez jî jê hîn bûm. Bavê minê rehmetî nêzî 40 salan ev kevneşopî meşand."
Bîlgîn got ku dema zarok bû digot qey feqîrên ku tên loqenteyê birayên wî ne. Bilgî got: "Dema ez zarok bûm, min digot qey feqîrên tên loqenteyê birayên min ên mezin in, Bavê min eleqeyeke jidil nîşanî wan dida. Piştî ku ez hinekî mezin bûm, min fêhm kir ku ew kesên dihatin xwarinê birayên min ên heq nînin. Niha ez jî wek bavê xwe bi wan re eleqedar dibim. Heta ku emrê min hebe ezê wiha dewam bikim înşellah. "
Bîlgîn got ku nesîbê her kesî li vê loqenteyê heye.
Cîranê bîlgî Ramazan Burak got ku cîranê xwe teqdîr dikin û wiha dewam kir: "Demeke dirêj e em li vir cîranê hev in. Rehmetiyê apê me Mewlid feqîr têr dikirin. Niha birayê me Fatîh jî vê didomîne. Ez hêvî dikim ku ev tevqer ji bo esnafê din jî bibe mînak."