Abdullah Tel
28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2017
VAN
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo ku rê li ber qirêjbûna hewayê bigire kontrolên xwe yên li hawirdorê zêde kirin.
Li gor daxuyaniya şaredariyê ekîb ji bo hewaya paqij û bajarekî jiyan lê hêsan be li bajêr kontrolên xwe yên li hawirdorê didomînin.
Ekîbên şaredariyê di vê çarçoveyê da çûn dikan, kargeh, avahî, saziyên pîşe û kamûyê yên dibin sedema qirêjbûna hewayê û ew der kontrol kirin.
Di kontrolan da li sîtilên sotemeniyê, dûkêş û hûrgiliyên din hat mêzekirin û berpirs jî hatin hişyarkirin.
Li belgeyên qursê yên wezifedarên odeya sîtil û sîtilên sotemeniyê jî hat mêze kirin.
Serokê Daîreya Zabitayan Osman Sevînç got ku ew ê di vê mijarê da xebatên xwe bidomînin, ji bo hewayeke paqij a li bajêr bixebitin û kesên dibin sedema qirêjbûna hewayê jî hişyar kirin.