Ömer Ürer,Mehmet Emin Gürbüz
05 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2023
DUZCE/BOLU (AA) - Li hêla Duzceyê li Çiyayê Boluyê û Otorêya Anadoluyê mij tesîreke neyînî li veguhestinê dike.
Ji ber mija ku li herêmê tesîra xwe nîşan da mesafeya dîtinê cih cihan daket heya 25 metreyan.
Li ser otorêyê li hêla Duzceyê, li serhevrazên Gumuşovayê û her wiha li gîşeyên Kuçuk Melen, Batakliçiftlik, Golyaka û Duzceyê ji ber mijê mesafeya dîtinê daket û lewma jî ajokaran bi baldarî wesayîtên xwe ajotin.
Ekîbên trafîqê yên ku li ser guzergehê peywirê dikin jî ajokaran hişyar dikin ku li nêzîkî hev nebin, lezê nekin û di warê işaret û nîşangehên trafîqê da badar bin.