Ulaş Güven
22 Gulan 2025•Rojanekirin: 23 Gulan 2025
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê piştî ku hewa germ bû, li zeviyan xebata cotkaran a ji bo çandiniyê dest pê kir.
Li gundê Demîrkonakê ku 6 kîlomêtro dûrî navçeyê ye, cotkar serê sibê diçin zeviyên xwe û bi motoran va zeviyan dajon.
Cotkar paşê toxim direşînin zeviyên xwe û piştî dema çandiniyê tê jî berên xwe berhev dikin.
Cotkar qismekê ji bo xwe dihêlin, yên mayî jî difroşin û pê debara xwe dikin.
Cotkar Îbrahîm Ertugrul got ku wan genim reşandiye û wiha axivî: "Em niha li ser eraziyekî 20 donimî toxim direşînin. Me toxim reşand. Em debara xwe bi genim û onceyê dikin."