Fatih Gazioğlu
08 Îlon 2018•Rojanekirin: 10 Îlon 2018
MUŞ
Koçerên ku ji Mûş û Sêrtê tên zozanên li Korkuta navçeye Mûşê heta payîzê di konan da dijîn. Koçer her çend zehmetiyê bikişînin jî bi şîr û penêrê çêdikin debara xwe dikin. Zarokên wan jî hem arîkariyê didine wan hem jî li zozanan ji xwe re dileyîzin.
Koçerên ku li navçeya Korkutê li zozanên ji behrê qasî 2 hezar mêtroyî bilind dijîn bi şîr û penêrê çêdikin debara xwe dikin.

Ji rêncberan Şahîn Tokal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji Sêrtê hatine Mûşê û debarê xwe bi heywandariyê dikin. Tokal got wî qasî 3 hezar heywan hene û ew û malbata xwe bi tevahî 9 kes in û bi hev ra dixebitin.

- "Em di nav xweşikiyên siruştê de dijîn"
Hamîde Karabuluta 55 salî û dayika 10 zarokan jî got ku ew serê sibê radibe û xwarina şivanan amade dike û piştra jî pêzê xwe didoşe. Karabulutê diyar kir ku ew bi firotina pênîrê ku çêdikin debara xwe dikin û wiha axivî:

"Tu wextê me yê wala tuneye. Em ji serê sibê heta evarê dixebitin. Jiyan gelekî bi zor û zehmet e. Em bi vî karî debara xwe dikin. Ev kar jî kal û bavên me ji me re maye. Em jî mecbur in bikin."
Gulistan Karabuluta 18 salî jî got seharê zû hişyar dibe û ji serê sibê heta evarê dixebite û wiha got: "Karê em dikin hem zor û zehmet e hem jî bikêf e. Em li vê derê di nav xweşikiyên siruştê de dijîn. Hewa paqij e, av zelal û xweş e. Ji aliyê din ceryan tuneye, dema baran dibare jiyana me zehmet dibe."

Cahît Çelîk diyar kir ku bi malbata xwe va ji Kurtalana navçeya Sêrtê hatiye van zozanan û kon vedane û got ew bi çêkirina penêr û rûn debara malbata xwe dike û bi qasî 2 hezar pêzê wî heye. Çelîk got ku em ji dengê bajêr yê qirêj dûr in û li vê derê di nav çiyayan da bi kêf û eşq dijîn.