Haydar Şahin
13 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Li Ovakişla bajaroka Xelata navçeya Bidlîsê ji ber barana gur xaniyê malbata Taşdemir a ji 11 kesî pêk tê hilweşiya û malbat li benda alîkariyê ye.
Malbata Taşdemîr piştî ku xaniyê wan hilweşiya di çavîxaniyekî wekî înşaet da jiyana xwe didomîne.

Zekeriya Taşdemirê bavê malbatê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku zehf di zorê da mane û tengasiyê dikişînin.
Taşdemir diyar kir ku wekî karkerê berwext di Şaredariya Ovakişlayê da dixebite û wiha pê da çû: "Şeva hilbijartinê ji ber barana gur mala min tep bû. Em nika mecbûrî di înşaetê da dimînin. Ciyekî ku em lê sitar bibin tune. Em bi hev ra perîşan bûn. Ji rayedaran alîkariyê dixwazim."