İbrahim Atmaca
26 Tebax 2019•Rojanekirin: 28 Tebax 2019
Li Ovacika navçeya Tunceliyê mozvanên ku nîvê sala xwe ji malên xwe dûr li ber mozan derbas dikin, dest bi berhevkirina hingiv kirin.
Li navçeya Ovacikê bi destpêka berhevkirina hingiv ra mozvanan zend û bendê xwe hildan û ketin nav mozan.
Ji ber ku navçeya Ovacikê ji aliyê cureyên nebatan va dewlemend e û li navçeyê ji hezar û 600î zêdetir cureyên nebatan hene, her sal nêzî 13 hezar kewarên mozan li navçeyê hene û dora 150 mozvan di navbera mehên gulan û îlonê da li cem mozan dimînin û paşê hingivê wan hildidin.
Mozvanên ku jiyana wan li ber mozan derbas dibe, serê sibê zû radibin, maskeyên xwe didin ber rûyê xwe û ji bo ku mozan dûr bixin agir vêdixin û dû derdixin. Mozvan paşê pêtekên hingiv derdixin û dibin çadiran.
Mozvan di kelekela germê da hingiv li makîneyê dixin û dadweribînin û paşê berê xwe li bajar û navçeyên derdorê difroşin û pê debara malbata xwe dikin.
Mozvan Selahattîn Aktîmur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku mozvanî pîşeyê bavê wî ye.
Aktîmur diyar kir ku ew nêzî 3 salan e mozvaniyê dike û wiha dewam kir:
"Me mozên xwe biharê ji Herêma Behra Spî anî Ovacikê. Heta dema hingiv em pê ra westiyan. Me dest bi berhevkirina hingiv kir û em dikşînin çadiran. Di çadiran em hingiv li makîneyê dixin û dadweribînin û bi rêya eqrebayên xwe em difroşin gelek bajarên Tirkiyeyê."