Haydar Şahin
23 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
HAKKARİ
Duduyên wan xuşk 4 qîzên di taxima xweşiqitandina bi rev a Hekariyê da di gelek pêşbaziyan da bi ser dikevin û ji hevtayê xwe dibin mînak.
Li Yuksekovayê Şennur Kartal (16), Revnak Eylul Sari (14) û Havîn (14) û Berîvan Kartala (16) xuşkên hev eleqe nîşanî werzişa xweşiqitandina bi rev dan û di demeke kin da gelek caran serkeftî bûn.
Van qîzan guh nedan gotinên wekî "hûn qîz in, nikarin bikin" û di hefteyê da 6 rojan beşdarî antrenmanên taximê dibin û bi ezma xwe balê dikişînin. Hedefa "qîzên zêrîn" ên Hekariyê ew e ku di pêşbaziyên navneteweyî da madalyaya zêrîn qezenc bikin.

Revnak Eylul di Pêşbaziya Fînala Lîga Piçûkan û Xweşiqitandina Bi Rev a K2yan da, Berîvan di Şampiyonaya Tirkiyeyê ya Nevbera Xwendingehan a Xweşiqitandina Bi Rev da, Havîn di Pêşbaziya Bijartina Lîga K2yê da û Şennur Kayaklî jî di Pêşbaziya Piçûkan a Koma Ayê ya revê da ketin rêza ewil.
2yê wan xuşk 4 qîzên di antrenmanan da hevaltiya xwe jî pêş xistin piraniya dema xwe bi hev ra derbas dikin.
- Antrenor Oren: "Hedefe me ew e ku ji bo welatê xwe madalyayan bistînin"
Bayram Orenê Antrenorê Taxima Neteweyî ya Xweşiqitandinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmê di sala 1980yî da dest bi xweşiqitandina bi rev kirin, li navçeyê berê di vê şaxê da bi tenê lawikan cî gigirtin.

Oren got ji ber eleqeya ku piştî sala 2000î nîşanî vê sporê dan qîz jî tevlî taqimê kirin û wiha pê da çû: "Me taximek ava kir, serkeftineke mezin bi dest xist. Qîzên me di taxima neteweyî da tevlî pêşbaziyan bûn. Di şampiyonayên li tirkiyeyê da rêza 1î, 2yan û 3yan qezenc kirin. Ev ji bo rûmeteke mezin e."
Oren diyar kir ku li Yuksekovayê qîz eleqeyeke mezin nîşanî vê sporê didin û wiha pê da çû:
" Di van salên dawîn da me gelek werzişvanên serkeftî perwerde kirin. Di sezona borî da me 80 madalya sitandin. Di madalyayan da tevkariya qîzan zêde ye. Werzişvanên me yên qîzîn gelek caran ketin rêza ewil. bi taybetî antrenmana werzişvanên me yên ku ew ê dipêşbaziyên navneteweyî da têkoşînê bidin zehf baş dewam dike. Di hefteyê da 6 rojan û di rojê da 2 caran derdikevin antrenmanê. Înşaellah serketina me yê zêde be. Nika 1 qîzên me yên zêrîn hene. Di hin pêşbaziyên neteweyî da ev qezenc kirin. Hedefe me ew e ku ji bo welatê xwe madalyayan bistînin."
Revak Eylul Sariya werzişvan got zehf ji vê sporê hez dike û wiha axivî:
"Ji zaroktiya xwe vir da min eleqe nîşan dida. Li gor mi, min demeke kin da serkeftineke mezin bi dest xist. Bi xebata 5 mehan dewam kir va bûm yekemîna Tirkiyeyê. Li ser min keda antrenoran zêde ye."
Şennur Kartalê jî diyar kir ku deam dibistan navîn dest bi vê sporê kir û wiha axivî:
"Me guh neda gotinên wekî "hûn qîz in, nikarin bikin". Di şert û mercên dijwar da me serkeftineke mezin bi dest xist. Pîlana min a îsal ew e ku pêşiyêtêkevim taxima neteweyî paşê madalyeya navneteweyî qezenc bikim.