Haydar Şahin
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2017
XEZE
Hat ragihandin ku "Komîteya Îmara Xezeyê ya Qeterê" di çarçoveya "Xaniyê birûmet" da milyonek dolar pere li 130 malbatên feqîr belav kir.
Serokê Komîteyê û Balyoz Mihemed el-Îmadî piştî qirîza Kendavê cara ewil hat Xezeyê û tevlî xebatên belavkirina alîkariyan bû û daxuyanî da nûçeginan. Îmadî di daxuyaniya xwe da got, "Ligel dorpêça li ser Qeterê em ê dev ji helwesta xwe bernedin û alîkariyên ji bo Xezeyê bidomînin."
Îmadî got projeya "Xaniyê birûmet" ew ê ji 370 malbatên feqîr vebigre, îro ji bo gava ewil serê her malê di navbera 5 û 10 hezar dolarî da alîkarî dan ku pê xaniyên xwe temîr bikin.
Îmadî destnîşan kir ku armanca komîteya projeyê ew e ku malbatên feqîr bi vê alîkariyê va malên xwe temîr bikin û ew ê alîkariyên ji bo Xezeyê bidomînin.