Muhammed Onur Yavrutürk
09 Mijdar 2024•Rojanekirin: 20 Mijdar 2024
Şelaleya Muradiyeyê ku yek ji bedewiyên siruştî yên Wanê ye û cihekî balkêş e ji bo geştiyaran, bi rengên payizê xemilî.
Şelaleya ku li çemê Bendîmahiyê ye û ji bilindahiyeke bi qasî 20 metroyan dişirike, bi rengên xwe yên bedew va di her demsalê da, tevî geştiyaran ji bo kesên ku dixwazin dema xwe li siruştê derbas bikin, dibe cihekî geştê.
Fotografhezên ku tên ser şelaleya ku hemî rengên payizê lê diyar in, têra xwe dîmenan dikişînin.
Fotografhez Yasemîn Doganay anî ziman ku di her derfetê da bi hevalên xwe ra serdana şelaleyê dike.
Beyzanur Dedeya ku ji Îzmîrê hatibû got, "Hemê rengên payizê tên dîtin, bi rastî gelekî xweş e."