Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nimêja eydê li mizgefta Siltan Ehmed kir.
Erdogan destê sibê ji xaniyê xwe yê li Kisikliya taxa Uskudarê derket û hate mizgefta Siltan Ehmed.
Serokomar Erdogan ji deriyê Ayê re kete mizgeftê û nimaja xwe li wir kir û piştî nimêjê eyda welatiyan pîroz kir. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî Erdogan dan û pê re wêne kişandin.
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Îdrîs Gulluce, Alîkarên Serokê Gişkî yê AK Partiyê Suleyman Soylu û Ekrem Erdem, Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Kadîr Topbaş, Midûrê Ewlekariya Stenbolê Selamî Altinok û Şaredarê Fatîhê Mustafa Demir jî bi Erdogan re hatin mizgeftê û nimêja eydê kirin.