Abdullah Tel
21 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2018
SÊRT
Muteşebîsekî ku di qada tûrîzmê da dixebitî li deverekî rastî "besteniya di taweyê da" ku li Taylandê tê çêkirin hat hînê çêkirinê bû û niha heman tehmê ji bo şêniyên Sêrtê çêdike.
Îrfan Goksu (35) berê di karê tûrîzmê da dixebitî û rastî besteniya Taylandê ku di taweyê da tê çêkirin hat û xwest ku şêniyên bajarê wî jî vê besteniyê tehm bikin.
Goksu bi ser kar da xwar bû, hîn kir, makîneya wê kirî û paşê jî li bajarê xwe ji bo vê tehmê dikan vekir û niha jî besteniya Taylandê bi balorî amade dike û dide welatiyan.
Li gor dixwazê bestenî ji fêkiyên curbecur tên çêkirin û Goksu der heqê vê tehmê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Dema ez li deverên tûrîzm lê geş bû dixebitîm rastî vê besteniyê hatim. Di taweyê da tê çêkirin. Wê demê min xeyal kir ku divê ez vê tehmê bi şêniyên Sêrtê jî bidim tehmkirin. Min lêkolîn kir û dît ku li Sêrtê kesekî ku vî karî dike tuneye. Li ser vê ez hatim û min dikan vekir û xeyala xwe bi cih anî. Kesên ku tên besteniyê dixwin ji ber ku hînî vê tehmê dibin careke din tên. Em ji mûz, tûfreng, kîwî û petêxê Sêrtê yê bi navê Şimmem Saliho va vê besteniyê çêdikin. Kî bi çi bixwaze li gor wî ez çêdikim."
Şêniyên Sêrtê ku ewilî di têlevizyonê da vê tehmê dîtibûn niha bi hêsanî dikarin li bajarê xwe vê tehm bikin û bixwin.
Goksu diyar kir ku bihayê baloreke besteniyê 5 lire ye.