29 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2016
ANKARA
Di sala 2015an de kêmasiya bazirganiya bi derve re jî ji sedî 25,2 daket û bû 63 milyar û 268 milyon.
Li gor daneyên TUÎKê îxracata Tirkiyeyê di 2015an de li gor pêrar ji sedî 8,7 daket û bû 143 milyar û 935 milyon dolar û îthalat jî ji sedî 14,4 daket û bû 207 milyar û 203 milyon dolar. Kêmasiya bazirganiya bi derve re jî ji sedî 25,2 daket û bû 63 milyar û 268 milyon.
TUÎKê di daneyên xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê qezenca ji tûrîzmê jî di sala 2015an da li gor sala berê ji sedî 8,3 kêm bû û bû 31milyar û 500 milyon dolar.