05 Hezîran 2016•Rojanekirin: 05 Hezîran 2016
HAKKARÎ
Welatiyên li Yuksekovaya navçeya Hekariyê, yên ku ji ber bûyerên terorê malên wan xirab bûne, di nav rewşeke xirab û xemgîn de pêşwaziya meha remezanê dikin.
Li navçeyê di 13ê adarê de operasyonan dest pê kiribû û ji ber vê jî derketina derva hatibû qedexekirin.
Piştî ku qedexeya derketina derva ji bo demeke qismî hat rakirin, welatî vegeriyan navçeyê.
Piştî 78 rojan welatî dema vegeriyan navçeyê, hinekan dît ku malên wan xisar dîtiye.
Yên ku malên wan xisar dîtine malên xwe temîr kirin. Lê welatiyên ku malên wan xirab bûne, di konan de dijîn.
Welatiyên ku li ser agirê daran xwarina xwe çêdikin, niha hewl didin ku amadekariya remezanê bikin.
Gulîser Turgaya ku li navçeyê dijî, ji nûçegihanê AAyê re got ku mala wan xirab bûye û wiha dewam kir: "Em mexdûr û perîşan in. Em ê çi bikin, çareya me çi ye? Me kon vegirtin û em li vir dijîn. Zarokên me zehmetiyê dikişînin. Zarokeke min seqet e û gelek pirsgirêkên me hene."
Feyzullah Turgay jî got ku ew di remezanê de bê mal mane û wiha axivî: "Halê me perîşan e. Em nizanin em ê çi bikin. Em bê mal û xemgîn dikevin meha remezana pîroz. Ji ber ku mala me hindik maye tep bibe em nikarin bikevin hundir. Em mecbûr mane li bin konê ku me vegirtiye bijîn. Hemû eşyayên me şewitîne. Em şerepeze bûne. Em xwarin û vexwarina xwe li ser agirê daran çêdikin. Ji niha ve em bi vî hawî paşîv û fitarê amade dikin. Xwedê vê neheqiyê qebûl nake. Li vê taxê herkes şerpeze bûye."