Haydar Şahin
16 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2020
Zozana Faraşînê ya li Beytuşababê li 2 hezar û 625 mêtro bilindahiyê ye, li zozanê germahiya hewayê di binê sifirê da 21 pile ye û ji ber sermayê çem cemidîn.
Zivistanê çend malbat li zozanê dimînin û piraniya malbatan vedigerin gundên xwe. Abdulmenaf Aslanê li zozanê dijî got ku jiyana li zozan pir xweş e, di çemê dicemide da girtina masiyan jî kêfxweşiyeke cuda ye.
Mîkaîl Gokê ji ekîba vekirina rê ya Îdareya Taybet a Bajêr jî diyar kir ku xweşikahiyên Zozana Faraşînê her demsalê cuda ne.