20 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2016
SÎLOPÎ
Hat gotin ku ji Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê di nav demeke nêz da heyetekê here Silopiya navçeya Şirnexê û tesbîtan bike, zirara ku terorê da, bide.
Li Silopiyayê ji roja sêşemê pê va qedexeya derketina derva ji 05.00ê sibê heta 18.00ê êvarê qedexeya derketina derva hat rakirin. Piştî rakirina qedexeyê, zirara ku terorê da navçeyê jî derket holê.
Di çarçoveya "Operasyona Polêsê Cangorî Muhammet Onur" da 518 barîkatên ku endamê rêxistina terorê danîn hatin xerabkirin û 270 hendek hatin dagirtin. Operasyonê 35 rojan dewam kir, hêzên ewlehiyê di nav 20 rojên ewil da endamên rêxistina terorê kuştin, di nav rojên din da 800 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin, îmha kirin. Operasyon bi tevkariya leşker û polêsan hat kirin.
Hêzên ewlehiyê hişyariyê didin gelê navçeyê ku ji bo teqemeniyên terorîstan di malan da bi cih kirine baldar bin. Rayedar ji bo teqemeniyan hişyariyê didin gel da ku di malên xwe da qablo û alav dîtin, xeberê bidin hêzên ewlehiyê. Hêzên ewlehiyê demildest midaxeleyî îxbarên ji bo vê yekê dikin û cihê bûyerê kontrol dikin."
Piştî rakirina qedexeyê, kesên ku malên xwe terk kiribûn, vegeriyan malên xwe. Li ser kuçe û kolanan qerebalixî cardin çêbû. Kesên ku navçe terikandibûn, vedigerin navçeyê û li ber baregehên kontrolê dor çêbû.
Di çarçoveya operasyonan da li taxên Barbaros, Başak û 23yê Nîsanê pevçûnên tundî derketibûn. Piştî qedexeyê rewşa van taxan derket holê ka bê çi lê hatiye. Terorîstan Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê û Dibistana Navîn a 23yê Nîsanê wek baregeh bi kar dianîn û zirara ku dane dibistanan jî derket holê. Li ser dîwarên dibistanê duruşmeyên rêxistina terorê nivîsîne, der û dora wê jî teqemenî bi cih kirine. Piştî ku herêm ji terorê safî bû, hêzên ewlehiyê alaya tirkan bi dîregên dibistanê va daliqand. Ji ber ku zirar gihîştiye malên wan, gelek welatiyan bertek nîşanî rêxistina terorê ya cudaxwaz dan.
Endamên rêxistina terorê zirareke mezin dan Mizgefta Fatîhê ya taxa Başakê jî. Ev der wek kozik xebitandin, dîwarên mizgeftê qul kirin û tê ra gule berdidan hêzên ewlehiyê. Camê mizgeftê hemû şikestine û di hewşa mizgeftê da jî xesareke mezin çêbûye.
Ji bo tesbîtkirina zirara ku terorîstan da navçeyê, hewl tê dayîn. Ji Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê di nav demeke nêz da heyetekê here Silopiya navçeya Şirnexê û tesbîtan bike, zirara ku terorê da, bide.