08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2016
ŞANLIURFA
Işil Yildirima ku ji eslê xwe Aydinê ye piştî tayîna wê derkete Herana navçeya Şanliurfayê, dibistana li taxa Siraliyê ya ku xirabe bû da çêkirin û bû hêviya 21 xwendekarên xwe.
Mamosteya 25 salî bi alîkariya mamosteyan û bi piştgiriya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî dibistana ritûbetgirtî ya ku boyaxa wê kevn bûbû û banê wê dilop dikir, nûjen kir.
- Yildirimê dibistan bi wêneyan va xemiland.
Mamosteyê banê xwendingehê temîr kir, mase û texteyên xwendingehê nû kirin û cilên li ser maseyan dirûtin. Li gor gotina wê ew "kulîlkên Heranê" digihîjîne, her tim jî alîkariya xwendekareke xwe, yê ku ji ber qezayê ji newqê berjêr nagire dike.
Yildirimê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di dema zarokatiya xwe da ji aliyê aboriyê va gelek tengasî dîtiye, ji ber deynên bavê xwe xwendekariyeke bi zor zehmet kiriye.
Yildirim got ku mamostetî xeyala wê bûye ji ber ku niha bûye mamoste zehf kêfxweş e.
Yildirim diyar kir ku di zaroktiya xwe da li cem xalê xwe di beqalê da berdestî kiriye ji bo vê jî bi hêsanî tevlî jiyana xwendekarên xwe dibe û bi wan ra têkiliyê datîne.
- "Ji ber ku tayînî Heranê bûm ez ji kêfan ra giriyam"
Yildirimê destnîşan kir ku salakî piştî ku ji Zanîngeha Afyon Kocatepeyê mezûn bû wek mamoste tayînî Siraliyê bû û wiha axivî: "Di serî da min gelek zehmetî kişandin. Ez bi tena serê xwe bûm û peyra hêdî hêdî hîn bûm. Min ji hevalên xwe dipirsî 'Heran devereke çawa ye', digotin 'weke gundekî ye.' Min digot qey wekî gundên me ye, lê cuda ye. Min li navçeyê xaniyek kirê kir. Ez bi texsiyê diçûm û dihatim. Mesref zêde dibû. Mehê 500 lire diçû. Bi taybetî zivistanan pir zehmet bû. Tenê di çûn û hatinê na, sala ewil li dibistanê jî pirsgirêk hebûn. Dibistan kevin bû. Bi alîkariya hin mamosteyan me dibistan çêkir û temîr kir."
- Bona xwendekarê xwe yê astengdar rampe da çêkirin
Mamoste Işilê diyar kir ku Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî jî di temîrê da alîkarî da wan û wiha xeberda, "6 jê ji Sûriyeyê, 21 xwendekarên min hene û ez ji hemûyan jî pir hez dikim. Ez serê sibê têm û sobê vêdixim. Ji ber ku niha hewa êdî pir sar e. Carinan ez pir zehmetî dikişînim."
Yildirimê herwiha got ku ew bi taybetî bi xwendekarê xwe yê astengdar ê pola sêyemîn Îzzet Gundogan ra eleqedar dibe û wiha got, "Ji bo ku bi awayekî rihet biçe û were, me li ber deriyê dibistanê rampeyek çêkir."
Mamosteya fedakar bal kişand ku ew hewl dide û dixebite da ku xwendekarê wê yê astengdar bona ku ji xwendekarên mayîn dûr û xerîb nemîne û wiha dewam kir, "Îzzet di biçûkatiya xwe da di qezayeke trafîkê da di binê lorx da maye. Ji ber hindê ji newqê berjêr va nagire. Jiyana xwe li ser kursiyê çerxdar didomîne. Em bi hevra berjêrî baxçeyê dibin û bi hevra dilîzin. Serê sibê dema ku tê, dike qêrîn û dibêje 'mamoste ez hatim'. Ez jî pêra pêra berjêr dibim û wî tînim polê. Ez dixwazim ew jî kêfxweş be, kêfa wî li cî be. Par bi zehmetî min ew dianî polê, lê îsal bi xêra rampe, em rihet bûn. Bi vî awayî em bextewer in."
- Xwendekar pir jê hez dikin
Mamoste Işil ji bilî mamostetiyê hin caran wek dê û xwîşkan bi xwendekaran ra eleqedar dibe û ji ber vê jî xwendekar jî pir jê hez dikin.
Îzzet Gundoganê ku 9 salî ye û astengdar e, got ku wî bi saya serê mamoste Işilê ji dibistanê hez kir û ew dema ku di pola yekê da bû, nedixwest biçe dibistanê.
Esma Xidira sûriyeyî jî got ku ew ji ber şerê welatê xwe 4 sal berê hatine Tirkiyê û li taxa Siraliyê bi cih bûne.
Xidirê got ku ew ji ber ku diçe dibistanê kêfxweş e û ew pir ji mamoste Işilê hez dikin û mamoste hîç hêrsa xwe li wan nayne.