28 Nîsan 2016•Rojanekirin: 28 Nîsan 2016
ANKARA
Ji aliyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) va rûniştinên roja duyem a azmûna hevpar a navendî ya serdema duyemîn a ku di çarçoveya pergala Bihurîna Ji Perwerdeya Seretayî Bal Hîndekariya Navendî (TEOG) da seba xwendekarên polê 8emîn tê kirin, dest pê kir.
Ezmûnên hevpar ên ku qederê milyonek û 167 hezar û 854 xwendekar divê beşdar bibin, li hundirê welat li 16 hezar û 176 dibistan û 92 hezar û 924 salonên li 970 navendan, li dervayê welat jî li 15 navend û 21 dibistanan pêk tê.
Di rûniştinên îro da xwendekar ji dersa fen û teknolojî, Dîroka Şoreşê û Ataturkparêzî û zimanê biyanî dikevin ezmûnê.
Rûniştina ewil di saet 09.00, 10.10 û 11.20an da dest pê bikin. Di rûniştinan da navber jî wê 30 deqîqe bin. Ezmûnê li hemû navendan wê di eynî wextî da dest pê bike.