Berhema Ehmedê Xanî "Eqîdeya Îmanê" ya ku ji aliyê Komeleya Ehmedê Xanî ve wekî 20 hezar nusxe hat çapkirin, bi destûra Walîtiya Batmanê ve dan dibistan û dezgehên ku perwerdeya dinê dikin.
Serokê Komeleyê Nûrî Mehmetoglu di daxuyaniya xwe de destnîşan kir berhema ku bi tîpên erebî û latînî ve hat çapkirin pêşiyê li Lîseya Qîzan a Anadolu Îmam Xetîbê belav kirin.
Mehmetoglu diyar kir ku ew dixwaze xebata wan ji desgehên din ên civaka sivîl re bibe nimûne û wiha pê de çû: "Çapkirina berhemên kurdî mêweyên pêvajoya çareseriyê ye. Em dixwazin ku bi vê pêvajoya çareseriyê ve xebatên bi rengî zêdetir bin. Ji bo piştgiriya vê pêvajoyê me biryara vê xizmetê da. Em hêvîdar in ku dezgehên din ên civakî jî dê xebatên bi vî rengî bikin. Êdî em hatine dawiya qonaxa berê ya şer û mirinan. Êdî qonaxa çareserî, axaftin, nîqaşkirin û jiyana bi ilm û baweriyê ye."
Mehmetoglu da bibîrxistin ku bi destê Serokatiya Karûbarên Diyanetê ve meala kurdî ya Qur'ana Kerîm hat weşandin û wiha xeberda: "Wezareta Çandê jî 'Mem û Zîn'a Ehmedê Xanî çap kiriye. Wekî komele me jî berhema Ehmedê Xanî 'Eqîdeya Îmanê' ji ber ku em rê, rêbaz, felsefe û baweriya wî diecibînin wekî 20 hezar nusxe çap kir."