Nîzamettîn Toguçê ku yek ji 31 kesên ku di avakirina "Parlementoya Kurdan a Sirgûnê" û "Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê" de cih girt bi îdiaya "avakirin û rêvebirina rêxistina çekdar" ve hat darizandin, piştî biryara "ewlehiya nederdestkirinê" vegegeriya Tirkiyeyê, hat Batmanê.
Xizmên Parlementerê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê berê Toguç li Balafirgeha Batmanê ew pêşwazî kirin. Toguç piştî ku ji teyarê peya bû, axê paçî kir.
Toguç daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku piştî 21 salan ji ber ku vegeriya kêfxweş e.
Toguç bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha got: "Ev çend salin merivên me namirin. Ev tiştekî baş e. Divê di pey vê re mizakere dest pê bikin."
Toguç diyar kir ku li Batmanê rastî êrîşa çekdarî hatiye û got piştî birîndar bûm çûm derveyî welêt û 21 sal li wir mam.
Toguç peyra derbasî buroya hilbijartinê ya HDPyê bû.