Haydar Şahin
02 Nîsan 2020•Rojanekirin: 02 Nîsan 2020
Mehmet Muharrem Kasapogluyê Wezîrê Spor û Ciwaniyê diyar kir ku dest bi paşdadayîna pereyê ku xwendekarên li wargehên Midûriyeta Giştî ya Kredî û Wargehan dimînin ji bo meha adarê razandibûn kirin.
Wezîr Kasapoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got, "Xwendekarên me yên ezîz. Me dest pê kir pereyê ku xwendekarên me ji bo meha adarê razandibûn paşda didin. Em ê bi wargeh û hemû îmkanên xwe va li cem bin."
Kasapoglu got ku li gor daxuyaniya wezaretê pereyê 379 hezar û 635 kesên ku ji bo adarê razandibûn îade dikin, pereyê paşda tê dayîn jî ew ê 52 milyon û 295 hezar û 858 lireyî bigre.
Kasapoglu bi bîr xist ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê di daxuyaniya xwe da gotibû, "Pereyê xwendekarên me yên li wargehên dewletê dimînin ji bo adarê razandibûn ew ê paşda were dayîn, ji bo gulan û hezîranê jî pereyê neyê sitandin." ew ê jî li gor vê ji bo gulan û hezîranê ji xwendekaran pere nestînin.