Şûbeya Batmanê ya Weqfa Arîkariya Mirovahiyê ya Azadî û Mafên Mirovan (ÎHH) hewcedariyên qirtasiyê ya 305 zarokên sêwî pêk anî.
Serokê Şûbeya Batmanê yê ÎHHyê Huseyîn Şansî daxuyaniyek da û got ku wek ÎHH her sal di heyama perwerdeyê de hewcedariyên zarokên sêwî yên endamê weqfê pêk tînin.
Şansî got ku "Ev sêwî ji me re emanetê Hz. Pêxember in, peywira me ya eslî ew e ku em li wan xwedî derkevin" û wiha axivî:
"Li Batmanê 305 birayên me yên sêwî hene. Em bi awayekê rêk û pêk her cure arîkariyê didin wan. Em di serê her heyama perwerdeyê de hewcedariyên wan ên dibistanê pêk tînin. Îsal jî me pakêta arîkariyê ya ku di nav de çenteyê mektebê. defter, qelem, qelemtraş, jêbir, pergel, melzemeyên dersa resmê heye belavî wan kir."
Şansî piştî daxuyaniyê pakêtên diyariyê belavî zarokên sêwî kir.