Sevim Hatun
24 Tebax 2017•Rojanekirin: 24 Tebax 2017
HEWLÊR
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bi Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Qûbat Talabanî re civiya.
Çavuşoglu di çarçoveya hevdîtinên fermî yên li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistanê de, li Otêla Dîwanê bi Talabanî û Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre re hevdîtin kir.
Çavuşogluyê ku piştî hevdîtinên li Bexdayê derbasî Hewlêrê bûbû, li vir bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiyabû.