Ciwanên ku eslê wan kurd in, li ser malpereke bi navê "êdî bes e" kampanyaya îmzeyê dabûn destpêkirin. Piştî vê jî ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra nameyek nivîsîn.
Emrah Înançê ku di malpera xwe ya bi navê "www.edibese.org"ê da bi navê "êdî bes e"yê va kampanyaya îmzeyê dabû destpêkirin, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê nameyê da agahî da.
Înanç got ku name wiha dest pê dike, "Birêz Serokomarê me, em ciwanên kurd ên ku aştî, biratî, hizûr bihevrabûnê dixwazin in" û wiha dewam dike:
"Me ev weten wek cih û warê xwe yê eslî, alaya bi heyv û stêrk a navdar wek şeref û namûs qebûl kiriye. Em qesta xerab a terorîstan a li ser yekparetiya welêt dibînin. Rêxistina terorê 'Li ser navê gelê me' zulmê li me û gelê me dike. Em wek ciwanên kurd dixwazin ku nifşên nû şer û pevçûnan nebînin, jiyana wan di gul û sosin û reyhanan da derbas bibe û wisa mezin bibin, ji bo ciwanî, paşeroj, kariyer û perwerdeya xwe bixebitin.
Di xeyalê we û vî milletî da Tirkiyeya Nû heye. Em ciwanên kurd diwxazin wek perçeyek vê Tirkiyeya Nû li vî welatî di nav hizûrê da bijîn. Kesên ku ji ciwanên kurd ra ji bilî teror û mirinê tiştekî din wed nakin ra em dibêjin êdî bes e."
Înanç got ku di nameyê da tê gotin ku di bûyerên rêxistinên teroran da herî zêde ciwanên kurd mexdûr dibin.
- "Em amade ne ku canê xwe feda bikin"
Înanç wiha behsa naveroka nameyê kir:
"Wek duh, îro jî feryadê dora welatê me û alema îslamê girtiye. Hêngî ku Komara Tirkiyeyê ava bûye, şerê me bi xayînan ra dewam dike. Hûn bizanibin ku di şerê parastina vî wetenî da wek cangoriyên me, ciwanên kurd jî amade ne ku canê xwe feda bikin."
Înanç got ku ciwanan di nameyê da gotinên Erdogan yên "Em ji bo çareseriyê serî li her derî didin", "Bila hizûr were vî welatî, heke hewce bike em ê jehra baldiranê jî vexwin" bi bîr xistin û wiha got:
"Li vî welatî we hiqûqa biratiyê da destpêkirin. Digel hemû astengiyan we ji bo mafên mirovan, demokrasî û azadiyan têkoşîn da. We têlevîzyona dewletê ya ku 24 saetan bi zimanê dayîkê weşanê dike da vekirin, bi saya serê we kurdî bû dersa bijarte, navên cih û waran yên bi kurdî cardin îadekirin, bi saya serê we teşwîqên herî mezin dan herêmê. Em wek ciwanên kurd, şahidê van xizmet û fedakariyên we ne ku we ji bo birayên xwe yên kurd kirin. Digel hemû tehdîtan em dibêjin: Kurd û tirk bira ne. Em ê tu carî destûrê nedin ku tu dek û dolab biratiya me têk bike. Em wek ciwanên kurd di ferqê da ne ku dek û dolaban wek sed sal berê digerînin. Em bi eşkere dibêjin ku: Weke ku Abdulhamît Han tenê hîştin, em ê we tenê nehêlin."
Di nameyê da tê gotin ku digel hemû astengiyan Serokomar Erdogan li dijî pirsgirêka terorê gavên berbiçav û semîmî avêtin û wiha dewam dike:
"Digel cesaret û biryardariya we, di her firsendê da pêşî li ber pêvajoya çareseriyê girtin. Kesên ku pêşiya çareseriyê girtin îro jiyana bi qasî pênc qurişan ber çavên wan ra nayê û bi durûtî û îxanetê va dixwazin agir bi vî welatî bikeve. Em bawer dikin, çawa ku agir Îbrahîm neşewitand, kêrê Îsmaîl jê nekir, masiyê Yunus danebilan, wisa jî planên xayînên wê pûç bibin, agirê fitnê yê terorê wê bi vî milletî negire. Em wek kurdên misilman û hezjêkerê weten em ê destûrê nedin dek û dolaban."
Di nameyê da hat gotin, rêxistinên ku ji bo ciwanên kurd, ji bilî şandina mirin û çalakiyan tu tiştek nekirin, nikarin mafên gelê kurd temsîl bikin û wiha hat gotin:
"Ji bo ku hêsirên dayîkan bisekinin, em ji bo dê û bavên leşkeran dibêjin êdî bes e.
Tirk, kurd, laz, çerkez, kî dibe bila bibe, em dixwazin ku hemû gel li dijî terorê bibêjin ku êdî bes e. Em ji bo ciwanên ter û can, ji bo zarokên ku sêwî dimînin, ji bo malbatên çavbihêsir dibêjin ku êdî bes e."