01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 02 Mijdar 2015
TBMM
Rêjeya rayên HDPya ku di hilbijartina 7ê hezîranê da ji sedî 13,1ê dengan sitandibû di hilbijartina 1ê mijdarê da dakete ji sedî 10.66an.
Li Tirkiyeyê ji sedî 98.55ê sandiqan hatin vekirin, li gor encama van sadiqan HDPyê ji sedî 10.66ê rayan sitand. HDPê di hilbijarttina gişkî ya 7ê hezîranê da 6 milyon û 57 hezar û 500 ray sitandibû û li gor encama vê hilbijartinê ji milyonekî zêdetir ray da der.
HDPyê li rojhilat û başûrê rojhilatê welêt ên ku di hilbijartina 7ê hezîranê da zêde ray sitandibû gelek ray da der. Li gor hibijartina 7ê hezîranê partiyê herî zêde li Bidlîs, Mûş, Agirî û Bîngolê ji sedî 11 ray da der.
Rayên HDPê li Diyarbekirê ji sedî 79an dakete ji sedî 71,98an, li Wanê ji sedî 74.8an dakete ji sedî 64,97an, li Şanliurfayê ji sedî 38.5an dakete ji sedî 28.35an, li Batmanê ji sedî 72.6an dakete ji sedî 67.5an, li Sêrtê ji sedî 65.8an dakete ji sedî 57.7an, li Mêrdînê ji sedî 73.3yan dakete ji sedî 67.64an, li Tûnceliyê ji sedî 60.9an dakete ji sedî 55.43yan, li Qersê ji sedî 44an dakete ji sedî 34.27an, li Erdexanê ji sedî 30.39an dakete ji sedî 22.15an.
Di hilbijartina 7 hezîranê da li Qers û Erdexanê partiya serkeftî HDP bû lê dû vê hilbijartinê AK Partiyê ji wê zêdetir ray sitand.
- Bajarên ku hejmara parlementerên HDPyê kêm bûn
Li gor hilbijartina 7ê hezîranê HDPê 21 parlementer da der û hejmara parlementeran ji 80yî dakete 59an. Hejmara parlementeran li Diyarbekirê ji 10î dakete 9an, li Şanliurfayê ji 5an dakete 3yan, li Mêrdînê ji 5an dakete 4an, li Wanê ji 7an dakete 6an, li Agiriyê ji 4an dakete 3yan, li Edene, Mêrsin, Gazîentab, Îdir, Qers û Tûceliyê jî ji 2yan deketin yekê.
Di hilbijatina beriya vê da HDPê li 28 bajaran parlementer derxistibû di vê hilbijartinê da jî li 22 bajaran parlementer derxist. Li gor vê HDPê di hilbijaritna 7ê hezîranê da li Antalya, Erdexan, Bûrsa, Ezircan, Bûrsa û Kocaeliyê parlementer derxistibû lê îcar ji van bajaran parlementer dernexist.
Li Stenbolê jî hejmara parlementerên HDPyê ji 10î dakete 7an.