Türkan Tosun
12 Îlon 2018•Rojanekirin: 13 Îlon 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu da ji ber hinceta êrîşî kesayetiya wî kiriye doza tazmînatê ya 250 hezar lireyî vekir.
Huseyîn Aydinê parêzerê Erdogan axaftina Kiliçdaroglu ya di 9ê Îlonê di Civîna Serokên Bajêr da kiribû ji bo dozê hincet nîşan da û di daxwaznameya dozê da got heqên kesayetiyê yên Erdogan hatine binpêkirin.
Di daxwaznameyê da hat gotin Kiliçdaroglu dema behsa derbeyê kiriye îdia kiriye Erdogan derbeya sivîl kiriye û ev gotinên wî xizmeta Rêxistina Terorê ya Fetullahî dike.
Hat gotin Kiliçdaroglu Erdogan wek "tekane zilam" bi nav dike, li hundirê welêt û dervayî welêt ji bo propagandaya reşkirinê dixebite, PKK û FETO jî piştgiriyê didin vê propagandayê.
Gotina Kiliçdaroglu ya "zilamê baronên dowîzê" ya der barê Erdogan da jî di daxwaznameyê da hat nîşandan. Hat gotin ev binavkirin li hember Erdogan heqareteke mezin e û dijî jiyana wî ya siyasetê û prensîbên wî ne. Bal hate kişandin vê binavkirinê û hat gotin ev berê jî hatiye bilêvkirin û divê di çarçoveya azadiya fikr û axaftinê da neyê nirxandin.
Daxwaznameyê wiha dewam kir: "Dozlêkirî gelek caran bi vî awayî li hember heqên kesayetiyê yê Birêz Serokomarê me êrîşan kiriye. Divê der barê van gotinên xirab ên dozlêkirî yên ku ne li gor siyasetmedarekî ye da biryara tazmînatê bê dayîn."
Ji bo tazmînata manewî 250 hezar lire hat xwestin.