Sevim Hatun
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
HATAY
Piştî ku hat gotin Artêşa Tirkiyeyê wê di çarçoveya peymana Astanayê de derbasî Îdlibê bibe, hêviya vegera welat yê gelê Îdlibê ku li Hatayê dimînin, zêdetir bû.
Îdlibiyên ku ji ber şerê navxweyî xwe spartin Reyhanliya navçeya Îdlibê, li hêviya Artêşa Tirkiyeyê ne ku derbasî Îdlibê bibe.
Telal Fikriyê 35 salî ku tevî 3 zarokên xwe ve par hat li Reyhanliyê bi cî bû ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku wî êrişa kimyayî ya par birin ser Xan Şeyxûnê dît.
Fikrî got ku ew tevî zarokên xwe xilas bûne lê gelek eqrebayên wî di êrişê de hatine kuştin û wiha axivî: "Înşallah wê eskerên Tirkiyeyê êşa li welatê me biqedînin. Ev 7 sal in jiyana hemûyan serobino bû. Hinek revîn Tirkiyeyê hinek Libnan û Libyayê. Hêviya me ew e ku Artêşa TIrkiyeyê aramiyê bibe welatê me û hemû vegerin cî û warên xwe."
-Em dixwazin vegrin ser axa xwe
Ehmed Hemmudê tevî 2 zarokên xwe ve li navçeyê dimînin got ku ji bo wê eskerê Tirkiyeyê derbasî herêmê bibe ew bikelecan in.
Ehmed Hemmud got ku ew hemû geşedanan ji nêz ve taqîb dikin û wiha dewam kir:
"Em dixwazin Artêşa Tirkiyeyê derbasî Îdlibê bibe, êrişên li dijî bajarê me bidawî bibin. Lewra me bêriya malbata xwe kir. Em dixwazin di demeke kurt de vegerin welatê xwe."