Mümin Altaş
04 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2023
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li ser vexwendina Emîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hamed Al Sanî ji bo beşdariya Civîna 9em a Komîteya Bilind û Stratejîk dê îro biçe Qeterê.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, Erdogan dê di 4-5ê Berfanbarê da bi ziyareta fermî biçe Qeterê.
Îro li Dohayê bi serokatiya Erdogan û Emîrê Qeterê Temîm, Civîna 9em a Komîteya Bilind û Stratejîk dê were lidarxistin û di civînê da peywendiyên Tirkiye-Qeterê ji hemû hêlan va dê bên nirxandin û xurtkirina hevkariya herdu welatan dê bê gotûbêjkirin.
Ji xeynî vê di civînê da her wisa êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê û xaka dagirkirî ya Filistînê di serî da meseleyên herêmî û kurewî jî dê bên gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan her wisa bi vexwendina Emîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hamed Al Sanî va dê beşdarî Zîrweya 44em a Konseya Hevkariya Kendavê be jî.