Haydar Şahin
09 Hezîran 2017•Rojanekirin: 10 Hezîran 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê plana ji bo 'referandûma serxwebûnê' ya Herêma Kurdistanê de got: "Nêrîna me zelal û eşkere ye. Em yekpareyiya axa Iraqê dixwazin. Em dixwazin ku hemû welatiyên Iraqê li ser dewletekê û bi hev ra bijîn. Ji ber vê li herêma me bi têra xwe pirsgirêk hene. Fikrê me ew e ku lazim nîne meriv pirsgirêkeke teze lê zêde bike. Fikra me ew e ku ev biryar bê berpirsiyarî hatiye dayîn."
Yildirim piştî li Camiya Cenabi Ahmet Paşa ya li Altindagê nimêja înê kir di derketinê de cewaba pirsên rojnamevanan da.
Li ser pirseke "Hûn biryara Herêma Kurdistanê ya referandûma serxwebûnê di 25ê Îlonê de çawa dinirxînin" Yildirim wiha cewab da:
"Nêrîna me zelal û eşkere ye. Em yekpareyiya axa Iraqê dixwazin. Em dixwazin ku hemû welatiyên Iraqê li ser dewletekê û bi hev ra bijîn. Ji ber vê li herêma me bi têra xwe pirsgirêk hene. Fikrê me ew e ku lazim nîne meriv pirsgirêkeke teze lê zêde bike. Fikra me ew e ku ev biryar bê berpirsiyarî hatiye dayîn."