Nihat Kavşut
09 Hezîran 2017•Rojanekirin: 11 Hezîran 2017
ANKARA
Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê: "Li derekê demokrasî hebe teror tuneye, teror hebe demokrasî tuneye. Em naxwazin li Tirkiyeyê teror hebe, li ber azadiya fikr û ramanan sînor hebin û parlementer, rojnamevan û ronakbîr di girtîgehan da bin."
Kiliçdaroglu, Bulent Tezcan û Haluk Koçê Alîkarê Serokê Giştî û Cemîl Erhanê Serşêwirmendê Serokê Giştî yê CHPyê çûn serdana HDPyê.
Serdana Kiliçdaroglu qederê saetekê ajot û lijneya CHPyê bi Serpîl Kemalbaya Hevseroka Giştî ya HDPyê, Fatma Kurtulana Alîkara Hevseroka Giştî û Sirri Sureyya Onderê Parlamenterê Enqereyê ra hat bal hev.
Piştî hevdîtinê Kiliçdaroglu daxuyanî da û ji ber wezîfeya wê ya nû Kemalbayê pîroz kir.
Kemal Kiliçdaroglu destnîşan kir di vê pêvajoyê da demokrasî sekiniye û wiha got: "Li derekê demokrasî hebe teror tuneye, teror hebe demokrasî tuneye. Em naxwazin li Tirkiyeyê teror hebe, li ber azadiya fikr û ramanan sînor hebin û parlementer, rojnamevan û ronakbîr di girtîgehan da bin."
- "Em dixwazin diyalog û pêwendiyên di nav partiyan da dewam bikin"
Serpîl Kemalbaya Hevseroka Giştî ya HDPyê destnîşan kir partiya desthiladar dijî partiyên din komkujiya siyasî dike û got dest danîne ser îradeya 6 milyonî.
Kemalbayê diyar kir Tirkiye ji heyameke tarî derbas dibe û got em dixwazin diyalog û pêwendiyên di nav partiyan dewam da bikin.